Enqere-Mesrûr Barzanî bi Erdogan re civiya

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Tirkiyê kir.
Di serdanê de Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiya.
Di serdanê de ji Herêma Başûrê Kurdistanê ti wezîrek di civînê de amade nebû.
Balkêşe çi dema ji malbata Barzanî serdanek ji bo Tirkiyê çêdibe, piştre dijî Kurdan êrişek topeykûn destpê dike

Îro Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir.

Piştî ku Mesrur Barzanî gihişt Enqereyê, bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re civiya.

Beriya vê serdanê tu daxuyanî jî nehatibû dayîn ku wê hevdîtin werin kirin.

Derbarê hevdîtinê de Barzanî li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek belavkir û got;

“Ez bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re civiyam û ji ber carek din bû serokkomar, min wî pîroz kir.”

Barzanî herwiha da zanîn ku di civînê de behsa peywendiyên di navbera aliyan de û geşedanên dawî yên li Iraq û herêmê hatiye kirin.

Hate ragihandin di serdanê de Barzanî wê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Musteşarê berê yê MÎT’ê û rayedarên din re jî hevdîtin bên kirin.

Ji herêma Başûrê Kurdistanê ti wezîrek di civînê de amade nebû

Balkêş bû ku ji Herêma Başûrê Kurdistanê ti wezîrek di civînê de amade nebû.

Derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin parvekirin.

Piştî her serdana Malbata Barzanî êrişên berfireh despê dikin

Balkêşe çi dema ji malbata Barzanî serdanek ji bo Tirkiyeyê çêdibe, piştre dijî Kurdan êrişek topeykûn destpê dike.

Herî dawî di Nîsana 2022’an de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû serdana Tirkiyê û bi Erdogan re rûniştibû.

Piştî serdana Barzanî dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê operasyonek berfireh hatibû destpêkirin û hê jî dewam dike.

Ev yek jî fikaran zêdetir dike û rê li ber pirs û nakokiyan vedike.

Hêjayî gotinê ye di 14’ê Gulana 2023’yan de li Tirkiyê hilbijatinên serokkomarî û giştî pêkhatibûn,

Lê tevî ku Erdogan di tura yekem de bi serneketibû, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek pîrozbahiyê ji bo Erdogan weşandibû.

Back to top button