Bernard Kouchner: Em êrişên Tirkiyê bi her awayî red dikin

Demek e şandeyeke Fransî ku wezîrê karê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchnêr jî di nav de ye, li herêmê ye. Duh şande bi nûnerên 33 partiyên siyasî yên herêmê re civiya.
Civîn taybet li ser nîqaşkirina rewşa herêmê, gef û êrişên dagirkeriya Tirk bû.

Civîn, li navenda lêkolîn û Şêwirmendên Dîplomatîk a Qamişlo pêk hat.

Di civînê de wezîrê karê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchnêr axivî û li dijî gefên Tirkiyê piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re nîşan da.

Bernard Kouchnêr got:

“Em êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi carekê red dikin.

Em li kêleka kesên aştîxwaz ên Sûriyê, nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne.”

Paşê nûnerên 33 partiyan der barê gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê ji berpirsê Fransî Bernar Kouchnêr xwestin ku Fransa ji bo girtina qada hewayî ji balafirên Tirkiyê re, bi erka xwe rabe.

Back to top button