YPJ: Em ê li hemberî gefên dagirkeriyê xwedî li destkeftiyên şoreşê derkevin

​​​​​​​Fermandariya Giştî ya YPJ û YPG bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî dan.
Di daxwiyaniyan de hat tekezkirin soza serkeftina azadiyê ku ji gel re hat dayîn wê pêk were û bang li gel hat kirin li hember êriş û gefên dagirkeriyê yên Tirkiyê bisekinin û xwedî li şoreşê derkevin.

Bi boneya salvegera 10’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek da .

YPJ’ê eşkere kir ku Şoreşa dîrokî ya 19’ê Tîrmehê berhema Rêber Apo ye û got:

“Têkoşîn û berxwedana jinan li hemberî desthildariyên heyî di hemû şoreşan de ciheke girîng girtiye.

Şehîdên me yên jin di vê şoreşê de berdêl dan û canê xwe feda kirin.

Şoreş mezin kirin û bi fedekariya wan şoreş gihaşt vê astê û 10 sal li pey xwe hiştin.”

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de tekez kir divê gelê herêmê li derdora şoreşa xwe bibin yek û ev peyam da :

“Em ê ji bo parastina jin, gel û şoreşa xwe li ber xwe bidin, şoreşa xwe mezin bikin û bi ser bixin.

Li hember gefên dagirkeriyê divê gel jî xwedî li şoreşa xwe derkeve.”

YPG: Em ê soza serkeftina azadiyê tekez pêk bînin

Fermandariya Giştî ya YPG`ê jî bi heman boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG`ê diyar kir ku Şoreşa Rojava ji cîhanê tevî re bû mînak û ev got:

“Şoreşa Rojava bi karakterê xwe yê enternasyonalîst di salên xwe yên destpêkê de xwe gihand mirovahiyê .

Bi taybet şerê me yê li dijî DAIŞ`ê ku bi berxwedana Kobanê gihişt lutkeyê, bandor li çar aliyên cîhanê kir.”

​​​​​​​Fermandarîya Giştî a YPG’ê tekez kir ku Şoreşa Rojava bi jina azad tê nasîn û dawiya daxuyaniya xwe ev peyam da:

“Ji destpêka şoreşa me ve, destkeftiyên me bûn hedefa dewleta Tirk .

Lê em careke din dibêjin ku soza serkeftina azadîyê ku me daye gelên xwe em ê teqez pêk bînin.

Û destkeftiyên xwe yên heyî duqat bikin. “

Back to top button