Droneke dewleta Tirk êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê kir

Balafireke keşfê a dewleta Tirk êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir.
Di encamê de ,2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Balafireke keşfê a dewleta Tirk êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li Til Rifetê ya kantona Şehbayê kir.

Di encamê de yek ji wan efser, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, yek ji birîndaran bi rutbeya efser e, navê wî jî Elî Xadro ye.

Di encama êrişa li ser gundê Meyasa de jinek birîndar bû

Artêşa Tirk duh derengî şevê jî êrişî gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa yê kantona Efrînê kir .

Di encamê de jina bi navê Zelûx Hemşo ya 30 salî birîndar bû .

Back to top button