Îran çav berdaye welatên kendavê

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebdullahiyan dest bi gera xwe ya Kendavê kir.
Hemwextî vê serlêdanê diyalogên navbera Îran û Amerîkayê jî di rojevê de ye.
Wezîrê Derve yê Umanê, ragihand ku Waşîngton û Tehran li ser lihevkirinê dicivin.
Lê Îsraîl ji lihevkirina herdû aliyan bi gumanin û ditirsin ku Îran bibe xwedî çekên Nûkleerî.

Êdî Waşîngton û Tehran dibînin ku aloziya heyî çiqasî kur bibe ev welat ziyanê dibînin.

Ji ber vê yekê jî dixwazin di hinek aliyan de bigihin lihevkirinan.

Hemwextî vê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan dest bi gera xwe ya Kendavê kir.

Di nav vê de Uman, Qeter û Kuweytê jî heye.

Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand, serdana Ebdullahiyan îro dest pê kiriye.

Lê nehate eşkere kirin ka rawestgeha wî ya yekem li kure.

Di destpêka vê hefteyê de jî Îranê malûvanî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel Bin Ferhan kir.

Wezîran li ser peywendiyên dualî niqaş kirin.

Li Umanê nêzbûna Amerîka û Îranê

Hemwextî gera Ebdullahiyan ya ji bo Kendavê mijara lihevkirna di navbera Îran û Amerîkayê jî di rojevê de ne.

Wezîrê Karê Derve yê Umanê Seyid Bedir el-Busaidî Çarşema bûrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku Waşîngton û Tehran li ser lihevkirinên serbest berdana girtiyên Amerîkayê dicivin.

Beriya niha Wezareta Karê Derve ya Îranê jî ev danûstandin piştrast kiribû.

Berpirsên Amerîkî û Îranî hefteya borî gotin, Waşîngton bi Tehranê re di nava danûstandinan de ye.

Yek ji mijara di rojevê de jî azadkirina girtîyên Amerîkî ye.

Li hember vê Îran ji Amerîka dixwaze ku cemidandina hesabên Bankayên Îran rake.

Her wiha mijara bernameya dewlemend kirina uranyumê ya Îranê jî di rojevê de ye.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî hefteya borî got,

Dibe li ser xebatên nukleerî yên Îranê bêyî ku zirarê bide binesaziya bernameya Îranê lihevkirinek pêk were.

Îsraîl bi fikare ku Îran bibe xwedî çekên nukleerî

Lê Îsraîl van gavên Îranê bes nabîne û li dijî peymanek ‘biçûk’ an jî têgihîştina bi sînor a ku DYA plan dike rasdiweste.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu roja Yekşemê got, Îsraîl li dijî lihevkirina nukleerî ya bi Îranê re ye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant doh careke din Îran bi hevakriya komên terorê ya li dijî Îsraîlê tewambar kiribû.

Gallant diyar kir ji bo Îran nebe xwedî çekên nukleerî ew hemû hewildanan nîşan didin.

Back to top button