Rênas Ibrahîm ê 18 salî li Efrîn hate revandin

Çeteyên El-Emşat ciwanê bi navê Rênas Ibrahîm 18 salî ji xelkê Cindirêsê revandin
Li Gurzêla çeteyan êriş bir ser malbateke Kurd û ew bi temamî girtin.

Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên El-Emşat ciwanê bi navê Rênas Ibrahîm 18 salî ji xelkê Cindirêsê revandin.

Hate diyarkirin Rênas Ibrahîm dema ku dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibe rastî êşkenceyê hat û gelek deverên laşê wî şikandin.

Her wiha çeteyan hezara û 500 LT yên pê re jî dizîn û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Efrîn-çeteyan malbateke kurdî li Gurzêla girtin

Efrîn POST jî da zanîn ku beriya demekê di navbera ciwanê 17 salî Ehmed Kelbeçik ê ji Gurzêla û hin ciwanên malbatên çeteyan ên ji êla El-Egîdat de nakokî derketin.

Piştî ku demek dirêj di ser van nakokiyan re derbas bûne, ciwanên malbatên çeteyan êriş birin ser Ehemd û malbata wî.

Li vir, çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî hatin û li şûna ku ciwanên êriş birine ser malbata Ehemed bigrin, malbata Ehemed bi temamî girtin e.

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin

Back to top button