Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin

Li navçeya Mabeta ya kantona Efrîna dagirkirî di çend rojên dawîn de rewşeke aloz di navbera çeteyên “Emşat” û yên “Ehrar El Şam” de derketiye.

Çavkaniyên ji kantona Efrîna dagirkirî dan zanîn ku li navçeya Mabetayê çend rojin rewşeke aloz û seferberiyeke leşkerî heye.

Çavkaniyan, diyar kir ku sedema wê jî parvekirina mal û milkê koçberên Efrînê yên di bin destê çeteyên “Ehrar El Şam” de ye.

Her wiha çeteyên “Emşat” êrişî gelek xaniyên koçberên Efrînê yên di bin destê çeteyên “Ehrar El Şam” de kirine û dest danîne ser wan xaniyan.

Back to top button