Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên navçeya Amûdê 19 şehîdên ku di meha Tîrmehê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê li hola avahiya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD a li Amûdê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ebdulbaqî Elî axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got:
“Wan di oxira parastina welat û gel her wiha parastina ewlehî û îstîqrarê de canê xwe da.”
Her wiha Elî bal kişande ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bêdengiya cîhanê rexne kir.
Ebdulbaqî Elî di dawiyê de bang li gel kir ku berxwedan û tekoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikin û soza şopandina riya şehîdan da.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan.



