HPG’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de 11 dagirker hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Herêmên parastinê yên Medayêyê daxuyaniyek parve kir.
HPG’ê ragihand ku çalakiyên gêrîla yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bi biryardariyeke mezin didome û wiha got:
“Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 11 dagirker hatin cezakirin.
Her wiha 3 dagirker jî birîndar bûn.
Sîstemeke kameraya mobesse û konek hatin îmhakirin û derb li konekî hate xistin.”
HPG: Qadên berxwedanê dehan car hate bombekirin
Li êrişên arteşa Tirk a dagirkeriyê jî HPG’ê got:
27 û 28’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên gêrîla 5 caran bi balafirên şer û bi dehan car jî bi topan hatin bombekirin.