HPG: Ti eleqeya me bi kuştina Mihemed Mîrza re tune ye

HPG’ê nûçeyên PDK’ê yên ku hêzê wan bi kuştina Mihemed Mîrza tewanbar dike derewand û got:
“Weke HPG’ê ti eleqeya me bi bûyerek wisa re tune ye.”

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî mirina Berpirsê Berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî jî wiha got:

“PDK’ê têkildarî mirina Mihemed Mîrza ku roja 23’ê Tîrmehê ew bûyer qewimî bû, daxuyaniyek da û Tevgera me berpirsyar nîşan da.

Weke HPG’ê ti eleqeya me bi bûyerek wisa re tune ye.

Li gel ku ti belgeyek piştrast kirî li holê nîne, hewl tê dayîn vê bûyerê bi Tevgera me ve bidin girêdan û ev rewş bi zanabûn tê kirin.”

Di 23’ê Tîrmehê de li Zaxo ya li sînorê parêzgeha Dihokê wesayîta Mihemed Mîrza hatibû teqandin û di encamê de miribû.

Li Zaxo wesayîtek teqiya û rayedareke PDK’ê jiyana xwe ji dest da

Back to top button