Li başûrê Kurdistan li bajarê Zaxo wesayîteke rayedarên PDK’ê yê berî teqiya û kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Beriya niha bi çend kêliyan li nêzîkî koleja leşkerî ya li nav ba Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê wesayîtek agir pê ket.
Hat zanîn ku wesayîta teqiyayî ya Berpirsê Berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî ye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî girtin, wesayîta teqiyayî ya Berpirsê Berê yê Parastina PDK’ê Mihemed Mîrza Sindî ye û tê de şewitiye.
Li gor ragihandina başûrê kurdistan kesê ku di erebeyê de ye jiyana xwe ji dest daye
Lê heta niha rayedarên başûrê kurdistan derbarê mijarê de daxuyaniyek nedane.
Başûrê #Kurdistan..
Li bajarê #Zaxo wesayîteke rayedarên #PDK'ê yê berî teqiya û kesekî jiyana xwe ji dest daye. pic.twitter.com/kOTHklbICz
— Ronahi tv (@tvronahi) July 23, 2023