Li herêma Pasifîkê, Çîn hewil dide hêza xwe xurt bike.
Li hermberî vê yekê, Amerîka jî hewil dide, vê hêza Çînê sînordar bike.
Ji ber vê yekê, Amerîka biryar da ku wê alîkariya leşkerî bide Awistralya û Taywanê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) wê alîkariya pêşxistina pîşesaziya parastinê ya hevalbendê xwe yê Pasîfîkê, Awistralyayê bike.
Wezîrê Karê Derve yê Amerîkî Antony Blinken û Wezîrê Parastinê yê Amerîkî Lloyd Austin civînên salane yên bilind bi hempîşeyên xwe yên Awistralya Richard Marles û Wezîra Karê Derve Penny Wong re li dar xistin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Austin di civîna çapemeniyê ya ku li Sydney hat lidarxistin de axivî.
Austin diyar kir ku welatê wî wê ji bo avakirina navendên moşekên nûjen û moşekavêjên pirlûle bo Awistralya alîkariyê bike.
Hempîşeyê Austin yê Awistralya Marles jî daxuyakirin ku ew dixwazin di nava du salan de li welêt hilberîna moşekan dest pê bike û got;
Ew ji înîsiyatîfa navborî “bi giştî razî ne.”
Ji bo Taywanê alîkariya bilez a 345 mîlyar dolar
Ji bilî vê pêngava Waşîngtonê ya bi armanca bihêzkirina hevalbendên xwe yên rojavayî li hember hewla Çînê ya berfirehkirina serweriya xwe li Oqyanûsa Pasîfîk, hat ragihandin ku wê 345 milyar dolar alîkariya leşkerî bide Taywanê.
Koşka Spî doh got;
Ev alîkarî beşeke ji pakêta Wezareta Parastinê ya ji bo piştgiriya Taywanê ku tê de alavên parastin, xizmetguzarî û perwerdeya leşkerî digre nava xwe.
Kongreya Amerîka, destûr da Serok Joe Biden ji stokên leşkerî yên Amerîkî alîkariya leşkerî ji Taywanê re peyda bike.
Di wextekî ku Wezareta Parastinê ya Taywanê spasiya Amerîkayê kir de, tê çavrêkirin ku Çîn bertek nîşan bide.
Rêveberiya Çînê ya Taywanê weke parçeya xaka welat dibîne, ji tevgerên Amerîka yên bo Taywanê bihêrs dibe.



