Li Şamê di nava 2 rojan de 2 teqîn pêk hatin

DAIŞ’ê her du teqînên ku di 25 û 27 vê mehê li Şamê pêk hatin, girt ser xwe.
Li gundewarê Dêrazorê, DAIŞ’ê 3 şivan revandin, 400 serî pez dizîn û terektorek şewtandin.

Beriya 2 rojan li herêma Seyde Zeyneb ya li Şamê, erebeyeke bomberbarkirî li nêzî navendeke leşkerî teqiya.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama teqînê de, 8 kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Di 25 vê mehê jî, li çerxerêya Rewda a herêma Seyde Zeyneb ya Şamê motorsiklêtek bombebarkirî teqiya.

Di encama vê teqînê de jî 2 kes birîndar bûn.

Erişa herdu teqînan ku 8 kes mirin DAIŞ’ê girt ser xwe

Bi giştî di encama êrişên 25 û 27’ê mehê de, 8 kes hatin kuştin û 22 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku dibe hejmara kuştina zêdetir bibe ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, her du teqînên li Şamê çeteyên DAIŞ’ê girtine ser xwe.

​​​​​​​DAIŞ’ê li Dêrazorê 3 şivan revandin û 400 serî pez dizîn

Her wiha li aliyê gundewarê Dêrazorê jî, çeteyên DAIŞ’ê êrişî şivanên pez kirin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku, DAIŞ’ê 3 şivan revandin û 400 serî pez dizîn û terektorek şewitandin.

Back to top button