Dagirkeran li Efrînê ya dagirkirî 2 sivîlên din revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibin. Dagirekran 2 welatiyên ku hevjînê hev in, revandin.

Hat ragihandin Mihemed Xelîl Hecî Hisên û hevjîna xwe ku navê wê nehat zanîn yên ku hatine revandin ji gundê Xulalka ya girêdayî navçeya Bilbilê ne.

Hat diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk demek berê jî li ser Mihemed Xelîl Hecî Hisên 6 hezar dolar ferz kiribûn.

Li gorî daneyan, ji destpêka îsal ve û heta Tîrmeha borî li Efrînê 356 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, 22 ji wan kesên temenmezin in, 23 jin in û 9 zarok in.

Navên sê kesên ku hatibûn revandin eşkere bûn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê jî navên 3 sivîlên ku ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî hatin revandin, eşkere kirin.

Li gorî rêxistinê navên kesên hatine revandin, wiha ne;

Azad Horîk Hebel (27), Selah Reşîd Horo (37) û Selah Reşo (38).

Back to top button