Ji ber girtina para avê ya Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, Iraqê bi hişksaliyê re rûbirû maye.
Pisporê jîngehê yên Iraqê diyar kirin ku ji ber bê aviyê şêniyên herêmê koç dikin û lawirvanî ber bi tinebûnê ve diçe.
Dewleta Tirk a dagirker para avê ya Iraqê naberde û avê dijî Iraqê weke çekek bikartîne.
Derbarê mijarê de pisporên jîngehê yên Iraqê axivîn û bertek nîşanî polîtîkayên Tirkiyê dan.
“Bê avî, ji lewaziya hikumeta Iraqê tê”
Pisporê jîngehê Ela Bedran diyar kir ku welatên cîran Tirkiye û Îran beşek ji ava Iraqê qutkirine û got:
“Ji havîna 2021’an ve nîşanên hişkesaliyê li herêmê destpêkirine, lê aliyên berpirsyar vê mijarê paşguhxistine.”
Ela Bedran destnîşan kir ya ku diqewime karesate, kes girîngiyê nade mijarê û her kes xwe bêdeng kiriye.
Pisporê xaknasiyê Tehsîn Musewî jî diyar kir ku hişkesalî bûye sedema koça niştecihên li herêmên Başûrê Iraqê û wiha got:
Ev yek zêdetir bandorê li ser herêmên li nêzî çeman dike, ji bo vê gelek kesên ku çavkaniya jiyana xwe ji dest dan, koçî herêmên din yên Iraqê kirine