Kongra Star têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li rêxistinên jinan û mafên mirovan kir û got: Di vê rêxistinên mafên mirovan û yên jinan bibin xwedî helwest da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bên rawestandin û qada hewayî bê girtin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Dewleta Tirk terorê li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.
Hewl dide rewşeke nearam li herêmê çêbike, DAIŞ zindî bike û şêniyan neçarî koçberiyê bike.”
Dewleta Tirk bi êrişan dixwaze serkeftinên şoreşa jinan û pergala Rêveberiya Xweseriya ji holê rake.
Kongra Star bêdengiya li hember gefên dagirkeriya tirkiyê hate şermezar kirin û wiha hate gotin:
“Bêdengiya rêxistinên navneteweyî hêzê dide deweleta Tirk a faşîst û gefên wê yên li ser tevahî cîhanê zêde dike, ji ber vê bêdengiyê dewleta Tirk sûcên xwe didomîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin:
Em bang li rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, dikin ku piştgiriya bidin şoreşa jin û beşdarî çalakiyên giştî yên bi banga rawestandina êrişan bibin.”