Artêşa Tirk a dagirker nuqteyek leşkerî li Seraqibê ava kir

Artêşa dewleta Tirk nuqteyeke din a leşkerî li têketina Seraqibê yê Idlibê ava kir. Hemwextî vê yekê 30 maşîneyên din yên Tirkiyê li Cebel El-Zawiyê hatin bicihkirin. Li vê herêmê û Sehil El-Xab jî hêzên kikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê êrîşî hev kirin. 

Li Idliba ku bûye navenda terora Tirkiyê li Sûriyê û li cîhanê, artêşa dewleta Tirk hêz û nuqteyên xwe lê zêde dike.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh artêşa Tirk nuqteyek leşkerî nêzî gundê Efes ê bakurê Seraqiba Idlibê ava kir.

Ev nuqteya Tirkiyê, 50 m dûrî nuqteyên hêzên Hikûmeta Şamê ye û çekên giran lê hatine bicihkirin.

Hemwextî avakirina vê nuqteyê, hêzên Rûsî jî li beramberî Tirkiye û hikûmetê nuqteyek ava kir.

Berî du rojan jî, artêşa Tirk a dagirker li herêma Sehil El-Xab a bakur-rojavayê Hemayê nuqteyek leşkerî, ava kir.

Bi vê yekê nuqteyên dagirkeriya Tirk li herêma qaşo “bêçek”, dighêje 65 nuqteyî.

Dagirkeriya Tirk 30 maşîneyên din li Idlibê bi cih kirin

HEmwextî van zêdegaviyan, artêşa Tirkiyê hêza xwe li başûrê Idlibê giran dike.

Li gorî heman çavkaniyê duh derengiya şavê, artêşa Tirk ji deriyê Kefer Losîn 30 maşîneyên leşkerî û alavên lojistîk derbasî Idlibê kirin. Ev maşîne jî li Cebel El-Zawiyê hatin bicihkirin.

Ji destpêka Sibatê û heta niha 11 hezar û 605 maşîne derbasî Idlibê bûne.

Li Sehil El-Xab û Cebel El-Zawiyê şer li dar e

Jixwe di navbera hêzên kikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê şer û pêvçûn rojane hene.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku berbanga vê sibehê herdu aliyên navborî li Sehil El-Xab û Cebel El-Zawiyê bi giranî êrîşî hev kirin.

Back to top button