Hêzên Sûriya Demokratîk, girtina 3 çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê ragihand.
Navenda Ragihandina QSDê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Koalisyona Navdewletî di çarçoveya operasyonên hevbeş ên li dijî DAIŞ’ê, 3 çete li navçeya Şihêl a Dêra Zorê girtin.
Li gorî navendê, belgeyên girîng bi van çeteyan re hatin dîtin.
Şervanên QSD 5 vê mehê jî, girtina 5 çeteyên DAIŞê li Dêra Zor û Şedadê ragihand.