Çeteyan jinek ciwan ji gundê Me’mila Oşaxî revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herî dawî jina ciwan a bi navê Şêrîn Rifet Birîmo ya ji gundê Me’amil Oşaxî revand. Malpera Amerîkî “Missing Afrin Women” jî bi raporekê da zanîn ku di sala 2020’an de 88 jin li Efrînê hatine revandin.

Ne sûc radiwestin, ne jî dawiya wan tê..

Va ye 3 sal di ser êrîşên li ser Efrînê re derbas dibin û hîna der heqê sivîlan de pîstirîn tişt tên kirin.

Herî dawî jinek din li Efrînê hat revandin, ew jî li lîsteya revandinên bêserûber zêde bû.

11’ê Çileyê, çeteyan jina ciwan a bi navê Şêrîn Rifet Birîmo ya ji gundê Me’amila Oşaxî revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, da zanîn ku çeteyan Şêrîn ji benda kontrolê ya têketina Efrînê nêzî gundê Mehmûdiyê revandiye û heta niha jî çarenûsa wê nediyar e.

Malpereke Amerîkî: Sala çûyî 88 jin hatin revandin

Ev sûc ji her aliyî ve tên eşkerekirin û belgekirin, lê dîsa jî civaka navdewletî xwe kor, ker û lal kiriye..

Malpera Amerîkî “Missing Afrin Women” der barê binpêkirinên salekê yên dagirkeriya dewleta Tirk ser jinên Efrînê, raporek amade kir û got ku di sala 2020’an de 88 jin hatine revandin.

Rarpor ji aliyê çalakgera Amerîkî, Megan Boditt ve hat amadekirin.

Li gorî raporê, di sala 2020’an de 88 jin li Efrînê hatin revandin, ji wan jinek hatiye kuştin.

Ji jinên revandî, 5 jinên Êzidî û 2 Elewî hene.

Ji her 88 jinan jî, 35 jin hatin berdan û ji 17 ji wan fidye hatin standin.

Li gorî raporê, çeteyên Tirkiyê 6 jinên kêmî 18 salî revandin, ku yek ji wan hat berdan û agahî ji 5 din nayê girtin.

Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku 14 jin rastî êşkenceyê hatine, destdirêjî li jinekê hatiye kirin

û 2 jin jî bi darê zorê bi çeteyan re hatin zewicandin.

Back to top button