Mûrat Karayilan: Bi binpêkirina pîvan û qanûnan ve bi israr vê tecrîdê didomînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan têkîldarî rojevê pirsên Radyoya Dengê Welat bersivand.
Murat Karayilan diyar kir ku ev tecrîd ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê, tinekirina destkeftiyên gelê Kurd, lawazkirina gelê Kurdistanê tê kirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê mijarên di rojevê de bersiv da pirsên Radyoya Dengê Welat.

Mûrat Karayilan têkîldarî tecrîda li dijî Rêber Apo ev tişt anî ziman:

“Tevî pêvajoya hilbijartinê û geşedanên cuda yên li Tirkiyeyê, tişta ku bi awayekî sîstematîk didome tecrîda li dijî Rêber Apo ye.

Dem bi dem rayedarên Tirk nêrînên xwe yên derbarê Rêber Apo de dixin rojeva Tirkiyeyê û nîqaşan dikin.

Her wiha tecrîda girankirî jî didomînin. Ev pergala tecrîdê li cîhanê li tu welatî tiştekî wisa tune.

Di qanûnên Tirkiyeyê de jî tiştekî wisa tune.

Bi kurtasî hemû qanûn û pîvanên exlaqî yên Tirkiyeyê bin pê dikin û bi israr vê tecrîdê didomînin.”

Karayilan: Ramanên Rêber Apo di rojeva cîhanê de ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK destnîşan kir ku encamên têkoşîna li dora Rêber Apo tê meşandin tenê li Kurdistanê nayê dîtin û wiha got:

“Di heman demê de nêrîn û ramanên Rêber Apo îro di rojeva cîhanê de ye, ji her serdemê bi hêztir e.

Paradîgmaya Rêber Apo ji bo gelên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst tên pelçiqandin bûye hêviyeke mezin.

Ev jî diyar dike ku modernîteya kapîtalîst ne bêyî alternatîf e.

Di heman demê de ev rastî derxistiye holê ku sosyalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk vebijêrkeke xurt e.

Kûrahiya Rêber Apo û paradîgmaya ku wî pêşkêş kiriye, îro ji bo hemû bindestan hêviyek e.”

Murat Karayilan: Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon di hilbijartinê de têk çûn

Mûrat Karayilan da zanîn ku encamên girîng a hilbijartinê ew bû pêkanînên ku rejîma AKP-MHP-Ergenekon li hemberî gelê Kurdistanê pêş xistibû bê encam ma û got:

“Ev 8 salin tifaqa AKP-MHP-Ergenekon li ser esasê Plana Çokdanînê êrîşî tevger, gel, destkeftî û nasnameyê gelê me dike.

Dixwazin hêzên şoreşger tasfiye bikin, destkeftiyan ji holê rakirin û bi vî awayî gel bê rêxistin bikin da ku gel radest bigirin.

Ev hilbijartin nîşan da ku ev yek pêk nehat ango bi serneketin.

Divê gelê me hîn zêdetir îradeya xwe deyne holê û bi sekna xwe rê nede faşîzmê, pêşî li encamgirtina faşîzmê raweste.”

Abdullah Olmez: Gelê Kurd dê qedera hilbijartinê diyar bike

Back to top button