Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêvberiya Xweser bi awayekî fermî 108 Jin û Zarokên DAIŞ’ê ku 28 ji wan jin û 80 zarok bûn radestî hikûmeta Tacikistanê kir.
Şande ji aliyê Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêvberiya Xweser hate pêşwaz kirin.
Her du aliyan qurbaniyên xelkên deverê di ber şerê li dijî DAIŞ’ê û metirsiya DAIŞ’ê li ser cîhanê behskririn.
Hevserokê Daiyreya Têkiliyên Derve Bediran Çiya Kurd ji şandeyê re anî ziman ku divê çareseriyek ji çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan re were danîn.
Her wiha Çiya Kurd helwesta Rêvberiya Xweser ya Sûrî Sûrî di çareserkirina kirîza Sûriyê de anî ziman.
Şandeyê jî ji aliyê xwe ve têkoşîn û berxwedana xelkên herêmê bi bîr xist û wiha got:
”Em di ferqa şehîd û qurbaniyên xelkên herêmê de ne.
Em hêvî dikin ku aramî û ewlehî li Sûriyê ku ev 10 salan şer û pevçûn lê heye dikin'”
Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêvberiya Xweser bi awayekî fermî 108 malbatên DAIŞ’ê ku 28 ji wan jin û 80 zarok bûn radestî hikûmeta Tacakistanê kir.