Operasyona qirkirina siyasî: 19 kes hatin girtin

19 kes li 5 bajaran di operasyona qirkirina siyasî de hatin girtin.
Ev yek jî bi hinceta ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne.

Polîsan bi hinceta lêpirsîna derbarê kesên ku li Enqereyê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne bi ser gelek malan de girtin.

Hat hînbûn ku di serdegirtinên malan ên li 5 bajarên ku navenda wê Enqereye de 19 kes hatin girtin.

Di nav kesên ku hatine girtin de endamên Meclîsê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî hene.

Kesên hatin girtin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

Ev operasyona qirkirina siyasî di demekê pêk tê ku Erdogan di hilbijartinên 14 Gulanê bi serneket.

Back to top button