Di operasyonên qirkirina siyasi de li Mûşê 2 ciwan hatin girtin

Piştî mîtînga Mûşê 10 ciwan û rêveberên partiyê hatibûn binçavkirin. Her wiha ji kesên hatin binçavkirin 8 jê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 2 ciwan jî hatin girtin.

Partiya Çepên Kesk, di çaçroveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de li Parka Kobanê ya Mûşê mîtîngek li dar xistin.

Piştî mîtîngê 10 ciwan û rveberên partiyê hatin binçavkirin.

Ji kesên hatin binçavkirin, 8 kes piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û ciwanên bi navê Abedîn Kizilsoy û Agît Aydemîr jî bi sûcê “rabûna li ber polîsan” hatin girtin.

Her 2 ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Mûşê ya Tîpa E’yê.

Dayika ku hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re hatin şandin hat girtin

Piştî îfadeya li dozgeriyê Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egît Aksoy bi kargoyê jê re hatibûn şandin û keça wê Mizgîn Karataş jî di nav de bi giştî 10 kes bi daxwaz agirtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê hatin kirin.

Dadger her 10 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girt.

Li Amedê hejmara kesên hatin girtin derket 28’an

Back to top button