
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê êrişa li dijî nûnertiya KNK′ê û Şehîdxistina Denîz Bulbun şermezar kirin.
Li taxên şêxmeqsûd ya Helebê jî li dijî êrişên dagirkeriya tirk û xiyaneta PDK’ê meş hat kirin.
Di 18′ê Îlonê de avahiya KNK′ê ya li bajarê Hewlêrê a Başûrê Kurdistanê hate hedefgirtin, di encamê de nûnerê KNK′ê Denîz Bulbun şehîd bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
“Dewleta Tirk a dagirker careke din bi hevkariya ajan, sîxur û hevkarê xwe PDK′ê êrişî Başûrê Kurdistanê, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Armanc ji van êrişan şikandina vîna gel e.”