Stoltenberg: Armanca me heta tîrmehê Swêd û Fînlandiya bibin endam e

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg got, armanca wan ewe ku heta meha Tîrmehê Swêd û Fînlandiya bikin endamên NATO yê.
Stoltenberg diyar kir ku Tirkiye, Swêd û Fînlandiya wê di destpêka meha Adarê de bicivin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, di hevdîtinên li ser endamtiya Swêd û Fînlandiyayê yên bi Tirkiyê re,
di Yekîtiya Ewropayê de pêşketin hene.

Jens Stoltenberg diyar kir ku li lûtkeya ku wê meha Tîrmehê bê lidarxistin de, tê armanckirin ku her du welat armanc dikin ku bibin endamên tam ên NATOyê.

Stoltenberg ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û daxuyakirin ku di hevdîtinên xwe yên bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, Fînlandiya, Swêd û Tirkiye li hev kirine ku meha Adarê bicivin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku di vê hevdîtinê de “zehmetiyên ku di erêkirina protokola endamtiya Swêdê de ji aliyê Tirkiyê ve derketine wê bên nîqaşkirin.”

Jens Stoltenberg ku hefteya borî li Enqereyê bi Erdogan ra hat ba hev, piştî hevdîtinê nêrîneke geşbîntir nîşan da û got,

“Ez dibînim ku em pêşde diçin.”

Stoltenberg îşaret bi lûtkeya NATO ya wê di 11 û 12ê Tîrmehê de li Lîtvanya were lidarxistin kir û diyar kir ku Fînlandiya û Swêd dixwazin di wê lûtkeyê de bibin endamên tam ên Hevpeymaniyê.

Stoltenberg: Nabe ku NATO bertek nîşan nede

Stoltenberg got,

“Di çarçoveya pêvajoya endambûnê de, hevpeymanên cuda yên NATOyê, di nav de Amerîka, garantiyên ewlehiyê yên dualî dane.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin diyar kir ku tevlîbûna Swêd û Fînlandiya ya bo NATOyê ji bo welatê wî metirsî çênake.

Putin anî ziman ku eger binesaziya leşkerî ya her du welatan were xurtkirin, Moskow wê bertek nîşan bide.

Rûsya “operasyona xwe ya leşkerî ya taybet” ku salek berê li Ukraynayê dest pê kir, bi berfirehbûna NATO ya ber bi rojhilat ve rewa dike.

Swêd û Fînlandiyayê piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna dev ji polîtîkaya xwe ya bêalîbûna leşkerî berdabûn û di meha Gulanê de serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn, lê ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî gefên vetoyê hatin.

Back to top button