Ji ber şerê navbera komên Filistînî û Îsraîlê 139 kesan jiyana xwe ji dest dan

Artêşa Îsraîlê hedefgirtina mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li Xezayê, berfireh kir.
Komên Filistînî jî topbarana bi moşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve didomînin.
Heta niha ji ber şerê navbera aliyan 139 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di vê navberê de ji bo arambûna rewşa li herêmê şandeyek DYA gihişt paytexta Îsraîl Tel Evîvê.

Artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de rêzeêrişên hewayî li dijî mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li herêmên cuda yên Xezayê, pêk anîn.

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Balafirên şer, tank û keştiyên şer; mal, herêmên sivîlan, saziyên niştecihan û binesaziyê topbaran dikin.

Ji ber vê yekê nêzî 10 hezar malbat ji herêmên cuda yên Xezayê koçber bûne.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ragihandiye, hêzên Îsraîlê herêmên sivîlan û malên wan dikin hedef da ku komkujiyan li dijî welatiyan pêk bîne.

Wezaretê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku 12 malbatên Filistînî bi temamî hatine kuştin.

Heta niha 39 zarok û 22 jin di nav de 139 Filistinî hatine kuştin.

Îro di saetên piştî nîvro de, artêşa Îsraîlê navenda ajansa Associated Press (AP) û El Jezeera bombebaran kir.

Komên Filistînê bersiva êrişan didin, topbaran ji Xezayê ber bi baregehên leşkerî û bajarokên Îsraîlê ve didome.

Li gorî raporên Îsraîlê ku 10 kes li Îsraîlê hatine kuştin û ji destpêka şer ve bi dehan kes birîndar bûne.

Gerînendeyê nexweşxaneyeke Îsraîlê got,

Nexweşxaneyê kuştî û bi sedan birîndar pêşwazî kirine û teqez kir ku hikumeta Îsraîlê derewan li gelê xwe dike.

Li sînorê Libanê jî tevgera leşkerên Îsraîlê hebû.

Di vê navberê de, şandeyek ji asta jor ya DYA ji bo rewşa dawî ya li herêmê berê xwe da paytexta Îsraîl Tel Evîvê.

Back to top button