Qiralê Urdinê Ebdulah: Binpêkirinên Îsraîlê rewşê aloztir dike

Li ser germbûna şerê li herêmê welatên cîran û yên cîhan metirsiya xwe zêde bûne.
Qiralê Urdinê Ebdulahê 2. got, êrîşên Îsraîlê rewşa heyî aloztir dike.
Ji DYA jî dengên cuda derdikevin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf ji ber Awusturya ala Îsraîlê li avahiya dewletê bilind kir, serdana xwe ya bo wê betal kir.

Şerê navbera Îsraîl û Filistînê qada cihanê jî xistiye nava metirsiyê.

Welatê cîranê Filistînê Urdin jî ji rewşa heyî qet ne rehete.

Li gorî daxuyaniya ku ji hêla Dadgeha Qraliyeta Urdinê ve hat dayîn, Qiral Ebdullahê 2. di zîrveya “Banga Çalakiyê ya Christchurch” a li dijî terorê û tund-rêtiya nav-neteweyî, ku bi rêya vîdeo konferansê hate lidarxistin de axivî.

Qiral Ebdulah destnîşan kir ku binpêkirinên îsraîl yên li dijî Mizgefta Mescîd-î El-Aqsa û Fîlîstîniyên li Qudsa Rojhilat a dagirkirî ewlehiyê têk-dibe û tundî zêde dike.

Qiral Ebdulah hişyariya wê yekê da ku ev êrîş wê rêyên çareserî û dadmendane bi gihştî ji holê rake.

Biden: Filistînî û Îsraîlî mafê xwe hene ku bi aramî bijîn

“Filistînî û Îsraîlî heq dikin ku bi rûmet û ewlehiyek wekhev bijîn,”

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) Joe Biden ev axaftin di daxuyaniya xwe ya bi boneya pîrozbahiya Cejna Remezanê ya li Koşka Spî de kir.

Biden, Cejna Remezanê ya Misilmanên li çar aliyên cîhanê pîroz kir.

Biden, diyar kir ku dîtina pîrozbahiyên betlaneyê li seranserê cîhanê wî kêfxweş dike.

Ti malbatek nabe li cihên ayênî li ser ewlekariya xwe bifikire.

Senatorê DYA Sanders: Pêwiste DYA temaşekirina xwe biguhere û bêalî be

Mijara êrîşên Îsraîl yê li ser Filistînê di rojeva Senetorê Demokrat yê DYA بيرني ساندرز Bernie Sanders de bû.

Bernie Sanders got,

Pêwiste DYA li dijî polîtîkayên Îsraîl yên êrîşkar temaşekirina xwe biguhere û bê-alîbûnê ji xwere bingeh bigre.

Sanders di rojnameya New York Times de gotarek bi sernavê “Divê DYA Li Rojhilata Navîn Tevgereke bêalî nîşan bide.”

Awusturya ala Îsraîl hilda, Zarîf serdana xwe ya ji bo welat betal kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf ji ber ala Îsraîlê ya ku li ser avahiyên dewletê hate hildan hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Shallenberg betal kir.

Di daxuyaniya ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya Avusturyayê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku civîna îro hat betalkirin.

Wezaretê destnîşan kir ku Zarîf ji ber hebûna ala Îsraîl li avahiyên dewletê serdana xwe betal kiriye.

Back to top button