Leşkerên Azerbeycanê li sînorê Ermenîstanê kom bûne

Piştî bêdengiya bimehan ya şerê li herêma Qerebaxa Çiyayî ku navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de careke din alozî derketiye.
Azerbeycanê hêzên xwe li sînorê Ermenîstanê xistiye tevgerê.
Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan jî ji Moskowa daxwaza piştevaniyê kir.

Piştî bêdengiyek ya bi heman, Azerbeycanê careke din leşkerên xwe yên li sînorê Ermenîstanê xistiye tevgerê.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji ber rewşa heyî alîkarî ji Moskowa xwest.

Nîkol Paşînyan di peywendiya li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin de, tevlî leşkerî daxwaza piştevaniyê kir.

Paşînyan di daxuyaniya ku doh dayî de ragihand tevî hevdîtinên navbera Ermenîstan û Azerbeycanê yên li ser Gola Heskirinê jî ti lihevkirin pêk nehat.

Hevdîtin îro jî wê dubare pêk werin.

Serokwezîrê Ermenîstanê anî ziman ku Azerbeycanê soza ku dayî pêk neaniye û leşkerên xwe ji herêmê venekişiyaye.

Paşînyan daxuyakirin ku Azerbeycan ji bo derketina şerekî tevger dike û ji ber vê yekê daxwaza piştevaniya Rûsya kir.

Berdevkê Kremlîn Dmitry Peskov jî doh di daxuyahniya dayî de wiha got:

Aliyê Ermenîstanê li ser rewşa li sînor fikarên xwe yên zêde anî ziman. Ev fikarên xwe jî bi serok Putin re parve kir.

Rêveberiya Moskowa di daxuyaniya xwe de qet qala daxwaza piştevaniya leşkerî ya Ermenîstanê ku ji Rûsya kirî nehate kirin.

Ermenîstanê serî li Rêxistina Lihevkirina Parastinê ya Kolektîf da

Di vê navberê de, Serokwezîrê Ermenîstanê Paşînyan li ser mijarê biryar da ku serî li Rêxistina Lihevkirina Parastinê ya Kolektîf bide.

Di nava Rêxistina Lihevkirina Parastinê ya Kolektîf de, Rûsya, Ermenîstan, Kazekîstan, Kirgizîstan, Tacekîstan û Belarûs cihê xwe digirin.

Li gorî madeya 2. di rewşek gefxwarina li ser xaka yek ji van welatan de, ev tê wateya êrîşa li ser tevahiya welatên endam.

Azerbeycan: Me tevdîrên pêwist yên ji bo sînor girtine

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê Leyla Ebdulayeva got,

Azerbaycan di çarçova yekparebûna axa xwe de ji bo xurtkirina pergala parastina sînor tedbîr girtine û ev yek bi karanîna nexşeyan têne kirin. Em şîretê li rêvebiriya Êrîvanê dikin ku rastiya rejîma sînor a li herêmên Zangilan, Gubadli, Laçin û Kelbajar ya Azerbeycanê qebûl bike û rewşa herêmê aloztir neke.

Rewşa li herêmê di nava nezelaliyê de ye.

Back to top button