Pêşniyara Rûsya ya lêkolînkirina “bombeya qirêj” hat red kirin

Welatên Rojava di mijara ku wê Rûsya “bombeya qirêj” bikar bîne di rojevê de dihêle.
Berovajî vê Rûsya jî li Konseya Ewlekariyê ya NY pêşniyarên ji bo lêkolîna li ser mijarê kir.
Di vê navberê de, NY ragihand ku ji ber şerê li welat 14 mîlyon kes neçar mane dest ji malên xwe berdin.

Li Ukrayna bi dirêjbûna şerê heyî re, rewş aloztir dibe.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, banga Rûsyayê ya ji bo lêkolînkirina îdiayên “çalakiyên biyolojîk ên leşkerî” yên li Ukraynayê, bi piraniya dengan hat redkirin.

Di konseyê de DYA, Îngilîstan û Fransa dengên na dan, 10 yên mayî jî bêalî man û tenê Rûsya û Çînê dengê erê dan.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu îdia kir ku Ukrayna amadekariya bikaranîna “bombeyeke qirêj” dike û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî îdia kir ku li vî welatî tesîsên teknolojiya çêkirina bombeya radyoaktîf hene.

Şoygu di hevdîtinên xwe yên bi hevkarên xwe yên Tirk, DYA, Fransî û Îngîlîz re jî îdiayên xwe yên bombeyî yên qirêj anî ziman.

Kîev ya îdiayên Rûsya red dike bang li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) kir ku tesîsên li wî welatî kontrol bike.

NY: Ji ber şerê li Ukrayna 14 mîlyon kes dest ji malên xwe berdan

Komîseriya Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) ragihand ku şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê bûye sedema mezintirîn koçberiya bi dehê salan.

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Filippo Grandi li New Yorkê got;

Ji despêka êrişa Rûsya ya 24’ê Sibatê li dijî Ukrayna dayî despêkirin, 14 mîlyon mirov neçar mane ji malên xwe derkevin.

Back to top button