“Binpêkirinên Tirkiyê ji karên sereke yên hikûmeta nû ye”

Li hember êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya Iraqê, bertekên tund tên nîşandan. Siyasetmedar û rûspiyên Iraqê û başûrê Kurdistanê bang li hikumeta Iraqê kirin ku helweste cidî nişan bide.

Li hember êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya Iraqê, bertekên tund tên nîşandan.

Cîgirê Yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsin Mendelawî ragihand ku mijara binpêkirina serweriya axa welat, dê bibe yek ji karên pêşîn ên hikûmeta nû ya Iraqê..

Her wiha Mendelawî derbarê êrişên li ser Şengalê jî diyar kir ku ew ê lêkolîn bikin û got: “Ger êriş dubare bibin, ew ê parlementoya Iraqê helwesteke cidî nîşan bide.”

Ofîsa cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê jî ragihand ku duh Mendelawî bi balyozê dewleta Tirk yê Iraqê Elî Riza Guney re civiyaye û di hevdîtinê de dewleta Tirk di mijara binpêkirina serweriya welat de hatiye hişyarkirin.

“Li hember êrişên dewleta Tirk Iraq xemsar e”

Parlamenterê Başûrê Kurdistanê Balanbo Mihemed jî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê û got:

“Êrişên dewleta Tirk gihîşte nava parêzgeh, bajar û bajarokên dûrî sînor.

Iraq di warê parastina serweriya xakê de xemsare.”

Balanbo Mihemed têkildarî hevkariya hundirin a bi dewleta Tirk jî got:

“Dewleta Tirk bi van êrişan wê nikaribe PKK’ê tune bike”

“Mixabin li Herêma Kurdistanê hinek alî ji bo berjewendiyên teng ên hizbî hevkariyê dikin.

Eger Tirkiye sed salên din şer bike, wê nekare PKK’ê tine bike.

Divê bi riya danûstandinê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.”

“Bila hikûmeta Iraqê dawî li êrişên Tirkiyê bîne”

Serokeşîrê eşîra ‘Bedûr’ Şêx Hisam Fehîd jî derbarê êrişên dewleta Tirk de ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Eşîra me her cure destwerdanên ji aliyê welatên cîran ve red dike.

Niyeta dewleta Tirk a li ser Şengalê xirabe û lewma rojane êriş dike.

Em van êrişan şermezar dikin û ji hikûmeta nû ya Iraqê dixwazin ku dawî li van êrişên dewleta Tirk bîne.

Ciwanên Şengalê li dijî êrişan meşiyan

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, ciwanên Şengalê duh meşiyan û êriş şermezar kirin..

Piştî ku meş li navenda Şengalê veguherî mêtîngê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şengalê daxuyaniyekî hate dayîn:

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê berxwedan dewam bike û rê ji bo fermaneke din neyê dayîn.

Di dawiyê de bang li hikumeta Iraqê jî hat kirin ku helwesteke cidî nîşan bide.

Back to top button