Reîsî û Erdogan piştî hevdîtinê daxuyanî dan

Duh Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana Tirkiyê kir û bi serokomarê Tirkiyê Erdogan re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê her du serokomaran daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de ku destpêkê serokê rojima Tirkiyê Erdogan axivî diyar kir ku wan mijara Xezayê, êrişên Îsraîlê û pêşketinên herêmî û navnetewî niqaşkirine.

Her wiha diyar kir ku wan li ser 10 mijaran lihevkirin îmzekirine.

Serokkomarê Îranê Reîsî jî bal kişande li ser mijara girîngiya ewlekariyê û got, “Ewlekariya welatên herêmê ewlekariya me ye.

Em dixwazin bi Tirkiyê re asta têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî pêş bixin. Me di mijarên mîna xaza xwezayî, petrol û mijarên dinde me bîryar girt ku bi Tirkiyê rê têkiliyên xwe bi pêşde bibin.

Komara Îslamî ya Îranê wê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomîne.”

Back to top button