Dagirkeran sivîlekî ji navçeya Şêrewa kuşt û endamên laşê wî dizîn

Dagirkeran li navçeya Şêrewa sivîlek kuşt û endamên laşê wî dizîn, li navçeyên Cindirêsê û Raco jî 6 sivîl revandin.

Li Efrîna dagirkirî, zext û hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, jiyana Efrîniyan xistiye metirsiyê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Tîmên tenduirstiyê yên ku di nexweşxaneyên dagirkeriyê de li Efrînê kar dikin, şêniyê bi navê Mihemed Mehmûd Îbo yê ji gundê Kurzêlê yê Şêrewa kuşt û endamên laşê wî dizîn.

Mihemed Îbo bi sermayê ketibû lê çeteyan îdia kir ku Îbo bi vîrusa koronayê ketiye û ew birin nexweşxaneya leşkerî.

Hat gotin ku piştî bi rojekê çeteyan, malbata wî agahadar kir ku Îbo miriye, her weha cenaze radestî malbatê nekir.

Li gorî çavkaniyan, bi armanca dizîna endamên laşên mirovan, dagirkeran nexweşxaneya leşkerî ya berê li Efrînê, kiriye cihê qetilkirina sivîlan.

Dagirkeran li navçeyên Raco û Cindirêsê 6 sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûrî jî ragihand ku 27`ê Mijdarê, çeteyan 4 sivîl ji navçeya Cindirêsê revandin

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ji gundê Anqelê şêniyên bi navê Sifyan Ekrem Nebo (41), Zaîm Mihemed Mihemed (40) û ji gundê Kefer sefrê, Xelîl Henan Xilo û Hisên Silêman Mewas revandin.

25’ê Mijadarê, çeteyan li gundê Edema yê navçeya Raco şêniyên bi navê Remzî Mihemed Elî (58) û Elî Ednan Elî (25) revandin.

Çeteyan ji bo standina pereyan, kesên revandine ber bi cihekî nediyar ve birin.

Back to top button