HRW: Artêşa Burkina Faso 60 sivîl qetil kir

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) derbarê êrîşên artêşa Burkîna Fasoyê de raporek amede kir.
Di raporê de hat diyarkirin artêşa Burkîna Faso bi dironên Tirkiyê komkujî pêk anî, 60 kes qetil kirin.

Di raporeke Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) de hate ragihandin ku artêşa Bûrkîna Faso di êrîşên bi droneyan de herî kêm 60 sivîl qetil kiriye.

Di raporê de hate gotin

“Di sê êrîşên droneyan de yên artêşa Bûrkîna Faso, ku ji aliyê hikumetê ve weke êrîşa li dijî cîhadîstan hate nîşandan, ji Tebaxa 2023’an û vir ve herî kêm 60 sivîl hatine kuştin.”

Rejîma serpel Îbrahîm Traore ji sala 2022’an û vir ve ku bi darbeyê bû desthilatdar, li dijî komên ku weke ‘cîhadîst’ pênase dike, bi stratejiyeke gelekî êrîşkar rabû.

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl û aktîvîstên mafên mirovan nerazîbûnê nîşan didin ku di van operasyonan de gelek sivîl hatine kuştin.

Êrîşên bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên li dijî ‘cîhadîstên’ gumanbar, bi rêk û pêk di televîzyonên neteweyî de têne weşandin.

HRW’yê ragihand ku di navbera Îlon û Mijdara 2023’an de bi dehan şahidan re axiviye û wêne, dîmen û dîmenên peykê yên vê lêpirsînê nirxandiye.

HRW: Artêşê bi dronên Tirkiyê komkujî pêk anî

Lêkolînera Sahelê ya HRW’ê Îlarîa Allegrozzî di raporê de got,

“Artêşa Bûrkîna Faso ji bo êrîşî komên mezin ên mirovan bike, yek ji çekên herî hesas ên di cebilxaneya xwe de bi kar anî û bû sedema mirina gelek sivîlan.”

Li gorî rêxistinên civakî yên sivîl, êrîş bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên Bayraktar TB2 hatine kirin ku li Tirkiyê hatine hilberandin.

Li Bîdiyê di 21’ê Îlonê de bi balafireke bêmirov bombe li merasîmeke cenaze hate barandin ku nêzî sed kes kom bûbûn û di vê êrîşa li ser konê li merasîmê de 24 kes hatin kuştin.

Di 3’ê Tebaxê de jî li gundê Boûro di encama êrîşekê de 28 kes hatin kuştin.

Back to top button