Saturday 2026/07/25
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Iraq: Êrîşên Amerîkayê ewlehiya welêt têk dibe

January 25, 2024
in ROJHILETA NAVÎN
A A
Iraq: Êrîşên Amerîkayê ewlehiya welêt têk dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Li Iraqê di navbera hêzên Amerîkayê û komên çekdar ên alîgirên Îranê de pevçûn didomin.
Rayedarên Iraqê li hemberî wan êrîşên domdar bertek nîşan didin û daxwaz dikin Amerîka leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.
Amerîka jî ji hikumeta Iraqê re têkîldarî du mijaran name şand.
Di vê nameyê de Amerîka hişyarî dide Iraqê ku dawî li van her du mijaran bîne, eger nebe dê bertekeke pir tund nîşan bidin.

Berdevkê Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl derbarê êrîşên Amerîkayê de axivî.

Yehya Resûl ragihand ku êrişên artêşa Amerîkayê û Heşdî Şabî bo ser navendên wan ên leşkerî, îradeyeke zelal nîşan dide ku ziyanê bigihîne ewlehî û aramiya Iraqê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan sê navendên Heşdî Şabî û komên çekdar ên din ên Iraqê yên ku girêdayî Îranê ne, kirine armanc.

CENTCOM’ê da zanîn ku ev êrîş wek bersivdayîna êrîşên Tugayên Hizbullahê yên li dijî hedefên Amerîkayê hatin kirin, di nav de êrîşa li ser Baregeha Eyn el-Esed li rojavayê Iraqê.

Berdevk Yehya Resûl bang li civaka navneteweyî kir ku ‘ji bo piştgiriya aştî û ewlehiyê û nehiştina hemû binpêkirinên ku rastî îstîqrar û serweriya Iraqê dixe metirsiyê’ bigire ser xwe.

Her wiha Resûl anî ziman ku Iraq dê van operasyonan weke ‘kiryarên destdirêjiyê’ binirxîne.

Amerîka nameyek ji Iraqê re şand

Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir ku Amerîka nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandiye û tê de hişyarî daye hikûmeta Iraqê derbarê du mijaran de.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand ku ew bi Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski re civiyane û nameyek girîng ji Amerîka radestî wî kirine û got:

“Peyam ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve ji hikûmeta navendî ya Iraqê re hatiye şandin û dê di pêşerojê de gav bên avêtin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê têkildarî naveroka nameyê tu agahî eşkere nekir.

Amerîka têkîldarî du mijaran Iraqê hişyar kir

Derbarê naveroka nameya Amerîkayê ya ji bo Iraqê de jî medyaya Iraqê de wiha hat gotin:

“Di nameya Amerîkayê de du mijar hene ku yek ji wan hişyarî ji bo Amerîkayê ye derbarê mijara vekişîna hêzên wan ji Iraqê ye.

Ya duyemîn jî êrişên komên çekdar yên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkî li Iraqê ye.”

Amerîka hişyarî da Iraqê ku dawî li van her du mijaran bîne, eger nebe dê bertekeke pir tund nîşan bidin.

Li Iraqê êrîşên hewayî ya Amerîkayê

Previous Post

HRW: Artêşa Burkina Faso 60 sivîl qetil kir

Next Post

Civîna 21’ê ya Astanayê di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê ve xetimî ye

Weşana girêdayî

Îran: Di êrişên meha tîrmehê de heta niha 55 kes hatine kuştin
ROJHILETA NAVÎN

Îran: Di êrişên meha tîrmehê de heta niha 55 kes hatine kuştin

Serokwezîrê Iraqê Zeydî piştî Washingtonê çû Tahranê
ROJHILETA NAVÎN

Serokwezîrê Iraqê Zeydî piştî Washingtonê çû Tahranê

Kuweyt deriyê sînorê bi Iraqê re girt
ROJHILETA NAVÎN

Kuweyt deriyê sînorê bi Iraqê re girt

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye