Civîna 21’ê ya Astanayê di navbera Rûsiya, Tirkiyê û Îranê ve xetimî ye

Civîna Astanayê ya 21’ê derbarê aloziya Sûriyê de di roja duyemîn de didome.
Roja yekem ji civînê bi danûstandinên dualî yên şandeyan bi rê ve çû.

Li gorî çavkaniyan, di roja yekem a civînê de, aliyên beşdar dozên wek jinûveavakirina Sûriyê, berdana girtiyan û vegera penaberan gotûbêj kirin.

Xala herî balkêş a gotûbêja di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de tekoşîna li dijî terorê ye.

Her aliyek li gorî xwe terorê bi nav dike û ev xal bi taybet di nava wan de cihê nakokiyê ye û hêjî li hev nekirine.

Mijara ku diviya di van danûstandinan de were erêkirin, asayîkirina têkiliyan di navbera Sûriyê û Tirkiyê
ye.

Lê li gorî çavdêran ev mijar hem di warê pratîkî de hem jî yê siyasî de xetimî ye.

Her wiha dosya girtiyan û komîteya destûrî jî, ji civîna pêşîn a Astanayê heyanî ya 21’ê ti pêşketin tê de çênebûne.

Li ser asta meydanî jî, şandeya bi navê Muxalefeta Sûrî û Tirkiyê hewl didin ku êrişên hikûmeta Şamê bi desteka Rûsya û Îranê li ser Idlibê bisekinînin.

Wê îro bi daxuyaniyekê encamnameya civînê were ragihandin.

Gera 21’ê ya Astanayê

 

Back to top button