Gera 21’ê ya Astanayê

Di 24-25’ê Çileya vê mehê de li Astanayê Gera 21’ê wê were lidarxistin.
Gera destpêkê heya Gera dawî ji bilî perçekirina xaka Sûriyê, koçberkirin, dagirkirinê wêdetir bi xwe re tiştek neaniye.
Her wiha dagirkeriya Tirkiyê ji bo dagirkeriya xwe wan civînan bikaranî û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.
Tê pêşbînîkirin ku di Gera 21’ê de jî li gor wan encaman tiştên ku ji bo gelê Sûriyê sûdê bide wê dernekeve.

Di 24-25’ê Çileya vê mehê de Gera 21’ê ya Astanayê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de wê were lidarxistin.

Gera yekê ya ku 23-24’ê Çileya 2017 heya Gera 20’ê ya ku 21’ê Hezîrana 2023’yan a Astanayê li dar ket encameke ji bo gelê Sûriyê derneket.

Ji vê zêdetir li ser hesabê gelê Sûriyê peymanan hat çêkirin û hewla perçekirina Sûriyê pêş ket.

Di gera 8’ê de ku di 21’ê Kanûna 2017’an de li dar ket dagirkeriya Tirkiyê ev civîn bi kar anîn, da ku Efrînê bi rêya lihevkirinên bi Rûsyayê re dagir bike.

Bi wê re Xûta Şerqiye ji çeteyên dewleta Tirk li beramber Tirkiye Efrînê dagir bike, hate valakirin.

Civîna Astana ti hêvî nade gelê Sûriyê

Her wiha di Gera 14’ê de jî ji bilî dijmintiya Kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ti tiştên nû tune bûn.

Di encamê vê civînê de dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî yên herêma Rêveberiya Xweser hat erêkirin.

Gera 20’ê de jî ku 21’ê Hezîrana 2023’yan li dar ket dagirkeriya Tirkiyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di daxuyaniya dawîn de aliyên Astanayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tawanên ˊcudaxwaziyêˊ tawanbar kir.

Di civîna nû de çi were pêş xistin?

Tê pêşbînîkirin ku gera 21’ê tiştekî nû derbarê Sûriyê de ji bilî domandina parçekirina welat, têkbirina Rêveberiya Xweser û peymanên ku sûd ji gelê Sûriyê nede pêk werin.

Berî vê gerê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziya wê giran kirin,

her wiha hêzên hikumeta Şamê jî êrişên xwe li dijî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de yên Idlib, Hema û Helebê zêde kirin.

Back to top button