Eşîra Xewatinê: Em ê heta dawiyê piştgiriya QSD’ê bikin

Bertek û nerazîbûnên li dijî derxistina fitneyê navbera QSD’ê û rûspiyên eşîran de dewam dikin. Di vê çarçoveyê de îro şêx û rûspiyên eşîra Xewatinê yên li navçeya Holê daxuyaniyek dan.

Rûspiyên eşîra Xewatinê kuştina şêxên eşîran şermezar kirin û diyar kirin ku bi hedefgirtina rûspiyan dixwazin fitneyê navbera QSD’ê û eşîran de derxînin.

Rûspiyan diyar kirin ku ew ê li dijî van fitneyan bi QSD’ê re bin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û hikumeta Şamê hewl didin di navbera QSD’ê û şêniyên Dêra Zorê de fitneyê derxînin.

Vê yekê jî bi riya kuştin û revandina hin kesayetên navdar dixwazin bikin.

Şêx û rûspiyên eşîra Xewatinê ya li gundê Xatûniyê yê navçeya Holê di vê derbarê de daxuyaniyek da.

Rûspiyên eşîra Xewatinê di daxuyaniya xwe de kuştina rûspiyekî eşîra Igêdad Metşer El-Hefel şermezar kir.

Rûspiyan diyar kirin ku bi hedefgirtina rûspiyên eşîran hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Her wiha hewl didin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.

Rûspiyan di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe careke din bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kirin ku ew ê her dem li pişta QSD’ê bin.

Şêx û rûspiyên eşîra Xewatinê daxwaza girtina şaneyên ku rûspiyên eşîran dikin armanc, kirin.

Rûspiyên eşîran yên navçeya Holê ji Ronahî Tv re axivîn û piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re destnîşan kirin.

Back to top button