Şehîdê hêzên ewlekariya hundirîn Mihemed Yasînji aliyê sedan şêniyên Reqayê li goristan hikumiyê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Behrî Reqa bi merasîmekê bi heybet oxir kir.

Her wiha li goristanê nasnameya şervanekî QSD’ê jî hat eşker kirin.

Endamê hêzên ewlekariya hundirîn Mihemed Yasîn bi nasnav Behrî Reqa di encama teqînekê de li Reqayê şehîd bûbû.

Ji bo oxirkirina şehîd Mihemed Yasîn bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd wergirtin û birin goristana şehîd Hikûmiyê ya li Reqayê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî endamê hêzên ewlekariya hundirîn Mihemed El-Zkrût û ji fermandarên meclisa leşkerî ya reqayê Ebdi Reqa axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyarkirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwebidin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatiye bi destxistin jî biparêzin.

Piştî axaftina nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Her wiha nasnameya şervanê QSD’ê Hazim El-Selac jî hat eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel nimêj kir û bi siloganên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd Behrî spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button