Hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê li gundên Helebê cihên hev topbaran kirin

Hêzên Hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran li Helebê cihên hev topbaran kirin. Li Çolistana Hemayê jî di kemînek çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li derdora Helebê bi çekên giran bargehên hev dane ber topan.

Çeteyên bi navê Fetih El-Mûbîn bi top û hawinan nuqeteya hêzên hikûmeta Şamê li bajarokê Şêx Eqîl yê li gundewarê rojavayî Helebê topbaran kir.

Hêzên hikûmeta Şamê jî bi top û moşekan êrişî cihên komên çete yên gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî kirin.

Her wiha hêzên hikûmeta Şamê bi topan bajarokê Mekilbîs û Tiqad ên li gundewarê rojavayî Helebê da ber topan.

Li hemayê 5 lekşerên hikumeta Şamê di êrişeke DAIŞ’ê de hatin kuştin

Îro Sibêhê jî mayînek bi erebeyeke hêzên hikûmeta Şamê de li çolistana Hemayê teqiya.

Piştî teqînê çeteyên DAIŞ’ê yekser êrişî erebeyê kir û gule reşand.

Di encama vê kemînê de 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Li Derayê di êrişekê de melayê mizgeftekê hat kuşti

Li bajarokê Kefir Şemis yê li Derayê jî di encama êrişeke kesên nenas de Îmanê Mizgeftê hat kuştin.

Back to top button