Îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebd-rehman Xidir, li Goristana Ş. Dijwar a Hesekê hat oxirkirin. Li aliyek din jî şêniyên Qamişlo 55 şehîdên meha Kanûnê ku cih û demên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn.
Şervanê YPG’ê Ebd-Elrehman Xidir bi nasnav Elî Hesekê 10’ê Kanûnê ji ber krîza dil şehîd bûbû.
Şêniyên bajarê Hesekê ji bo oxirkirina cenazeyê Şehîd, li Goristana Ş. Dijwar a gundê Dawudiyê merasîmek li dar xistin.
Di merasîmê de, gelek kes axivîn û soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin: Ger em şopdarên fikr û felsfeya rêber Ocalan in, wê tu kes nikaribe îradeya me têk bibe.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hat xwend û radestî malbatê hat kir.
Cenazeyê şehîd Elî Hesekê di nava dirûşme û tiîliyên dayikan de hat oxirkirin.
Şêniyên Qamişlo 55 şehîdên meha kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Qamişlo 55 şehîdên ku di meha Kanûnê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn
Di merasîmê de beşdaran soza şopandina rêya şehîdan û rêber Ocalan, parastina destkeftiyên wan da.
Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hat xwendin.