Parlamenterê HDP’ê Habîb Eksîk: Li Îmraliyê êşkenceya herî giran heye

Parlementerên HDP’ê Habîb Eksîk û Dersîm Dag diyar kirin li Îmraliyê rêbaza îşkenceyê ya herî xedar tê meşandin û gotin “Ji bo ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Habîp Eksîk têkildarî tecrîda li dijî Rêber Apo û êşkenceya li girtîgehan nirxandin kir.

Eksîk diyar kir ku bi sedan sala ye îşkence li dijî kurdan weke rêbazekî tê bikaranîn û got: “Dorpêçkirina girtîgehan bi rêya tecrîdê jî rêbazekî îşkenceyê ye.

Îro li Girtîgeha Îmraliyê li ser birêz Abdullah Ocalan rêbaza îşkenceyê ya herî xedar di meriyetê de ye

Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin û desthilatdar di her qadên jiyanê de îşkenceyê dike.”

Habîb Eksîk: Ji bo tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin

Habîb Eksîk di dawiyê de ji bo tecrîd bi dawî bibe, ev yek got: “Em ê li her deverê bibêjin ku ev tecrîd derhiqûqî ye û îşkenceyeke dermirovî ye.

Çi dikin bila bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe.”

Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera Amedê Dersim Dag jî derbarê tecrîdê de axivî.

Parlementer dêrsim Dag: Ciwan wê tecrîdê bişikînin

Dersim Dag anî ziman, kûrkirina tecrîda li ser Rêber Apo bingeha krîzên li welêt e û ev tişt got:

“Her ku tecrîd kûr dibe, israra di şer de jî diyar dibe.

Di encamê de krîzên aborî û civakî kûrtir dibin.

Ji van krîzan herî zêde ciwan bi bandor dibin.

Ciwan nikarin siberoja xwe bibînin.”

Dersîm destnîşan kir ku yekane hêza ku dê van krîzan rawestîne, tecrîdê bişikîne ciwanin û got: “Ji bo ev pergal bê guhertin hewcehî bi rêxistinbûyîna ciwanan heye”

Back to top button