Li Filîpînê agir bi keştiyê ket: 31 Kes mirin

Li başûrê Fîlîpînê di keştiyek ku 250 rêwî têde bûn şewat derket.
Di encamê de, 31 kesî jiyana xwe ji dest da.

Şevê din di saetên derengî de li girava Basilanê şewat derket.

Rayedarên Fîlîpînê ragihandin ku şewat saetên siharê hatiye vemirandin.

Serokê ewlekariya peravê ya başûrê Mindanao Admiral Rejard got:

“Di destpêkê de, me 10 kesên di nava avê de xeniqîn dîtin.

Piştre 18 kesên din yên di keştiyê de mirîn hatin dîtin.

Ew jî laşên wan bi tevahî şewitîbûn.”

Li Fîlîpînê bi giştî jimareke zêde ya keştiyan heye.

Ji bo ewlekariyê jî di rêgezên welat de lewazî heye.

Karanîna keştiyên kevnar metirsiya heyî her di rojevê de dihêle.

Karaseta ku 4300 kes mirîn

Di Kanûna 1987’an de ferîbota Dona Paz a bi ala Fîlîpînê bi tankereke sotemeniyê li hev qilibîn.

Di qezayê de bêtirî 4 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ev bûyer, weke felaketa herî mezin a deryayê ya dema aştiyê ya cîhanê hat qeydkirin.

Back to top button