Parêzera Rêber Apo Newroz Ûysal ji ANF re axivî

Parêzera Rêber Apo Newroz Ûysal anî ziman CPT ji bo serdana xwe ya 29’ê Îlona ji Îmraliyê re ti agahî parve nekir û got:
”Ji tiştên li ser çapemeniyê hatin parvekirin, zêdetir agahî nedan.
Li ser rewşa tenduristiya Ocalan û her sê girtiyên din, mafê wan di çi astê de ne, bi ti awayî agahî parve nekirin.
Ji bo agahî were girtin divê CPT rapora xwe eşkere bike.” 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzera Rêber Apo Newroz Ûysal derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo ji ANF’ê re axivî.

Newroz Ûysal: Bi hincetên cuda hevdîtin tê qedexekirin

Newroz Ûysal anî ziman ku ji roja ku Rêber Apo hatî girtin heta roja îro hevdîtinên pêre hatine astengkirin û got:

”Li gorî hiqûqa Tirkiyê, hefteyê 5 rojan hevdîtin dikare pêk bên. Lê ji sala 1999’an hevdîtinên parêzeran tê astengkirin.

Berê hevdîtin bi hincetên ‘koster xirabe ye’ û ‘rewşa hewayê ne baş e’ dihatin qedexekirin.

Vê carê jî mafê wî yê hevdîtinên bi parêzeran ji holê radike û kiriye biryar. Li gorî qanûnên Tirkiye ew nikare tiştekê wiha bike.”

”Em ji cezayên displînê nayên agahdarkirin”

Newroz Ûysal behsa cezayên displînê yên li ser Rêber Apo tên ferzkirin jî kir û ev tişt anî ziman:

”Li gorî qanûna Tirkiye di dema ‘cezayê disiplînê’ de nabe hevdîtina bi girtî re bê qedexekirin, lê dewlet vê pêk nayne.

Mafê parêzer heye ku bizane bê ka çima ‘cezayê disiplînê’ lê hatiye birîn û ji vê mijarê agahdar bibe.

Lê em nikarin bigihêjin van dosyayan. Ev dosya ji me tên revandin. Heman demê serlêdanên me jî bê bersiv dimîne.

Heger cezayê disiplînê hebe, divê em agahdar bibin û dosya bê parvekirin, ev jî nayê kirin û ji me vedişêrin.

Newroz Ûysal: Dibê CPT rapora xwe eşkere bike

Newroz Ûysal ji CPT xwest ku rapora xwe ya hevdîtina bi Rêber Apo re eşkere bike û wiha bi dawî kir:

”CPT 29’ê Îlona îsal li Tirkiyê serdana navendên koçberiyê kiriye û dîsa serî li Îmraliyê jî dane.

Ji tiştên li ser çapemeniyê hatin parvekirin, zêdetir em nekarî agahî bigirin. Em dizanin şandeyên siyasî û cuda bi wan re cuda hevdîtin dikin.

Li ser rewşa tenduristiya Ocalan û her sê girtiyên din, mafê wan di çi astê de ne, bi ti awayî agahî parve nekirin.

Ji bo agahî were girtin divê rapora wan bê eşkerekirin.”

Back to top button