Monitor: Hewldan hene ku QSD’ê tevlî artêşa Sûriyê bibe

Malpera Monitor a Amerîkî dibêje ku hewldanên welatên Erebî hene da ku Hêzên Sûriya Demokratîk tevlî Artêşa Sûriyê bikin.

Malpera Amerîkî li gor çavkaniyên xwe îro bi raporekê eşkere kir ku Îmarat û Siûdiyê bi erêkirina Amerîkayê, Şamê ber bi tevlîkirina QSDê di nava Artêşa Sûriyê de dehf dide.

Li gor heman malperê, ev gava welatên Erebî li dijî berjwendiyê Enqerê yên li Sûriyê, pêk tê.

Ev idiya han di wextekê de ku Hikûmeta Şamê li Komkara Erebî vedigere tên belavkirin.

Nexasim ku Hikûmeta Şamê dibêje, heta Tirkiyê dagirkeriya xwe li Sûriyê bi dawî neke, ew ê pêwendiyên xwe pê re baş neke.

Back to top button