“Hikumeta nû jî nikare aloziyan çareser bike”

Bi avakirina hikumeta nû ya Iraqê re jî êrişên ser Şengalê zêde bûne..
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm got:
“Ev tê wê wateyê ku ev hikumet jî wê nekaribe xizmeta gelên Iraqê bike.
Ji bo tinekirina civaka Êzidî gelek plan tên meşandin, lê civaka Êzidî ji hemû plan û êrişan mezintire..
Lazime civaka Êzidî xwe ji bo vê jî amade bike.”

Derbarê rewşa Şengalê, avakirina hekûmeta nû ya Iraqê, planên PDK’ê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm nirxandin kir..

Heso Îbrahîm da diyakirin ku Iraq welatek parçeye, bi taybet dewleta Tirk û Îran, hemû welat planên xwe li ser Iraqê dimeşînin.

Heso behsa hikumeta nû ya Iraqê kir û got :

“Ji bo çareserkirina pirsgirêk û xizmeta gelên Iraqê, ti hêviyek me ji vê hikumeta nû nîne.

Salek derbas bû nû hikumet ava bû..

Lê bi avakirina hikumetê her tişt nayê çareserkirin.”

“Plana tinekirina Êzdiyan danîn”

Heso Îbrahîm di dewamê de behsa lewaziya hikumeta Kazimî kir û got:

“Binketina Kazimî cihê kêfxweşiyê ye..

Ji ber ku herî zêde Kazimî li ser gelê me plan dan meşandin..

Niha nediyare wê serokwezîrê nû çibike, ji bo wê divê gelê me ji her tişî re amade be.

Ji ber ku di dema avakirina hikumeta nû de jî, êrişên hewayî ser Şengalê dewam dikin..

Ew jî lewaziya hikumetê dida diyarkirin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm dawiyê ev yek anî ziman :

“Plan tê kirina ne tenê li ser Rêveberiya Xwesere, li ser tevahiya civaka Êzidî tên meşandin û ev plan ji yên DAIŞ’ê ne qutin.

Em bang li gelê xwe dikin ku nekevin xefka PDK’ê. “

Back to top button