Li Efrînê leşkerekî Tirk hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, di encama çalakiyekê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Malpera Efrin Post ragihand di çalakiyekê de li gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa leşkerekî Tirk hate kuştin.

Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk jî bi daxuyaniyekê got,

Efserekî wan ê bi navê Talat Bahadir di encama êrişekê li ser nuqteyên wan ên li Efrînê hate kuştin.

Di çalakiyeke din de jî li bargeha Kelcibrîn ya Ezazê 3 leşkerên Tirk birîndar bûn.

Back to top button