Rêveberiya Xweser a herêma Firatê êrişên ser Şengalê şermezar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û şêniyên Wargeha penaberan a Mexmûrê û Rûsipiyên êlên Ereb ên Holê êrişa artêşa Iraqê ya bi desteka PDK`ê ya li dijî Şengalê şermezar kirin. Herwiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku vî şerî rawestîne û bang li gelê Kurdistanê jî hat kirin ku li ber van êrişan rabin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, Rûspiyên eşîrên Ereb û şêniyên Wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyan êrişa artêşa Iraqê ya bi desteka PDK`ê ya li dijî Şengalê şermezar kirin..

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê li pêşiya avahiya meclisê ya li Kobanê daxuyanî da..

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa hêzên Iraqê êrişa qirkirinê ku DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan pêk anî tîne bîra mirovan û hat gotin:

“Wê demê PDK’ê û artêşa Iraqê dev ji Êzidiyan berdan û bi DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin.

DAIŞ`ê li dijî xelkê Şengalê komkujî pêk anîn.”

Her wiha Meclisa Rêveber a herêma Firatê bang li artêşa Iraqê kir ku bi planên dewleta Tirk neyê xapandin û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bûne.

Rûsipiyên êlên Ereb: Şûna êrişî Şengalê dikî dagirkeriya Tirk bi dawî bike

Rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Holê ya Hesekê jî bi daxuyaniyekê êrişên li ser Şengalê şermezar kirin..

Di daxuyaniyê de rûspiyan diyar kir ku bi saya fedakariyên YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Şengal rizgar bû û niha artêşa Iraqê dibêje ew dixwaze vegere.

Rûspiyan bang li hikumeta Iraqê û artêşa wê kir ku li şûna şerê gelê Şengalê dike, şerê artêşa Tirk bike û dagirkeriya wê ya li ser Iraqê bi dawî bike.

Şêniyên wargeha Mexmûrê: Divê Kurd ji bo Şengalê rabin ser piyan

Her wiha şêniyên wargeha Penaberan a Mexmûrê jî li Saziya Malbatên Şehîdan daxuyanî dan..

Li ser navê Şêniyên Wargehê endama Koordinasyona Meclisa Îştar Pakîstan Bîlen axivî.

Pakîstan Bîlen diyar kir ku ji dîrokê heta niha tim li ser Şengal û civaka Êzidî êrîşên qirkirinê hatine kirin û got: ” Niha jî êrişên qirkirina gelê Êzidî didomin.

Divê gelê Kurd li hember van êrîşan rojane di nava çalakiyan de be.”

Endama Koordinasyona Meclisa Îştar Pakîstan Bîlen di dawiyê de bang li her kesî kir ku li Şengalê û li civaka Êzidî xwedî derkevin.

Back to top button