Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Qirkirinê ên li dijî Gelê Kurd, serdana zaroka bi navê Sara ya birîndar kir.
Sara, ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de lingekî xwe winda kiribû, lîsteya sûcên qanûnî û giliyan mohr kir.
Sara ya 7 salî ku di 10’ê Cotmehê de di encama topbarana artêşa Tirk a li ser bajarê Qamişlo de lingekî xwe winda kir, lîsteya sûcên qanûnî û giliyan mohr kir.
Heyva Sor a Kurd, ji bo Sara were dermankirin, di 26’ê Cotmehê de wê şandin Başûrê Kurdistanê.
Komîteya Belgekirina Sûcên Şer û Komkujiyên li dijî Gelê Kurd û şandeya Rêveberiya Xweser li Hewlerê çûn serdana Sara Mihemed Hisên û malbata wê.
Sarayê weke kesa yekemîn doza li dijî binpêkirinên Tirkiyê îmze kir.
Sarayê ku di heman êrîşê de birayê wê jî şehîd bûbû, niha li benda adaletê ye û dixwaze sûcdarê bû sedema wendakirina lingê wê Erdogan û çeteyên wî, werin dadgehkirin.
Her du komîteyên mafê mirovan, di 11’ê Mijdarê de daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku ew ê biçin serdana kesên ku ji sûcên şer yên dewleta Tirk zirar dîtine û derbarê vê de belge îmze bikin.
Komîteyan paşê wê belgeyên bi wêne û dîmen radestî Meclisa Ewlehiyê û Dadgehên Navdewletî bikin da ku sûcdarê şer werin dadgehkirin.