Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed li paytexta Emerîka Washingtonê bi endamên Senatoya Emerîkî re civiya û dewamkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî niqaş kir.
Li gorî malpera MSD’ê, Ilham Ehmed ji Komarparêzan senator Kevin Kramer û ji Demokratan jî bi senator Tim Kane re civiyaye.
Di civînê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevliheviya ewlehî û aramiya li herêmên ku zêdetirî 5 milyon şêniyên Sûriyê hembêz kirine, hatiye nîqaşkirin.
Ilham Ehmed ji senatoran re, armancên dewleta Tirk a dagirker û piştevaniya êrîşên ji çeteyên DAIŞ’ê yên girtî re daye xuya kirin.
Her wiha daxwaz ji endamên Senatoyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dagirkeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike û nehêlin qirkirina etnîkî derheqê pêkhateyan de pêk were.
Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed daxwaz ji senatoran kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser ku modela demokratiya pêşketî li bakurê welêt e, bikin.