Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li dijî Şengalê sûcên mirovî û şer dike.
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîd xistina Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî şermezar kir.
TEV-DEM’ê êrîşa li dijî Şengalê û şehîd xistina Fermandarê YBŞ’ê weke sucên şer bi nav kir û diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze nasname û çanda civakan qir bike û guhertina demografîk pêk bîne.
TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku divê hikumeta Iraqê helwesteke cidî li dijî van êrîşan nîşan bide û diyar kir ku civaka navdewletî û rêxistinên hiqûqî ji êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê, berpirs in.
TEV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya de teqez kir ku êrîşên li dijî Şengalê wê asta berxwedana gel xurt bike.